HPG: Li Girê Amediyê gerîlla helîkoptereke Skorsky anîn xwarê

Gerîllayên HPG’ê li Qada Girê Amediyê helîkoptereke skorsky ya artêşa Tirk anîn xwarê. Bi vî awayî ji destpêkirina tevgera dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê ve, hejmara helîkopterên ji aliyê gerîlla ve hatine xistin bû 7.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di nava şert û mercên herî giran de, gerîllayên wan li dijî artêşa Tirk bi lehengî li ber xwe didin.

Navendê ragihand ku artêşa Tirk a li hemberî gerîlla bê çare maye, rojane mohra xwe li kirinên dij mirovî dike û got;

“Ji gazên kîmyewî bigrin heta hemû cûreyên çekên qedekirî li dijî hêzên gerîlla tên bikaranîn.

Li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk, hêzên cîhanî di berdêla berjewendiyên xwe de bêdeng in.”

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li gel hemû êrişan jî berxwedana gerîllayên wan bê rawestan dewam dike û têkildarî çalakiyan ev agahî dan:

“19’ê Tebaxê li ezmanên qada Girê Amediyê tevgera helîkopteran zêde bû.

Dema helîkoptereke Skorsky hewl da leşkeran deyne derdora devera Şehîd Gelhat, bû armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de helîkopter li nêzî qereqola Girê ya girêdayî navçeya Çelê kat xwarê û agir pêk ket.

Roja din jî hêzên dagirker ên li derdora Girê Amediyê bûn armanca çalakiya gerîllayên jin ên sekvan.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

20’ê Tebaxê li Qada Şêxzade a girêdayî Xakûrkê, 2 pergalên kamereyên şopandinê yên artêşa Tirk ji aliyê gerîlla ve hatin tinekirin.

18’ê Tebaxê, li herêma Metîna, hêzên artêşa Tirk ji aliyê deverên di bin kontrola PDK’ê de xwestin nêzî çeperên şer ên Qada Girê Hekkarî bibin.

Ji ber destwerdana gerîlla ev hewldan biserneket û leşker neçar man paşde biçin.

Li girê Cûdî jî 20’ê Tebaxê hêzên dagirker xwestin nêzî çeperên şer bibin di encama çalakiya sabotajê ya gerîlla de hatin astengkirin.

Li heman qadê kamereyeke şopandinê jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk di 48 saetên dawî de,

22 caran bi teqemeniyên kîmyewî û 18 caran bi helîkopteran, Herêmên Parstinê yên Medyayê bombardiman kirin.

Back to top button