Welatiyên Qeladizê: Biryara KCK’ê helwestek exlaqî ye

Welatiyên bajarokê Qeladizê biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî wek helwestek mirovî, exlaqî û şoreşgerî bi nav kirin.

Çalakvan Ebdul Qadir Ehmed diyar kir ku KCK’ê bi vê biryara xwe nîşanî tevahî cîhanê da ku aştîxwaze û daxwaza jiyana hevbeş dike.

Ebdul Qadir Ehmed da zanîn ku tevî biryara KCK’ê, dewleta Tirk dagirkerî û hovîtiya xwe dewam dike, heta çekên kîmyawî jî bi kar tîne.

Çalakvanê bi navê Elî Qadirî jî destnîşan kir ku helwesta KCK’ê, helwestek mirovî, exlaqî û şoreşgeriye û ev tişt anî ziman:

“Sîstema KCK’ê sîstemek aştiyane û jiyana hevbeş a gelane. Lê rejîma faşîst a Tirkiyeyê bi awayekî nîjadperest nêzîkî gelê Kurd dibe.

Tevî ku KCK’ê biryara rawestandina çalakiyan da jî, lê dewleta Tirk li ser nîjadperestiya xwe ya li beramberî şoreşger û gelê Kurd israr dike.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê daxuyanî da

Back to top button