Li dijî sîstema Mêr-dewletê zanista jinê Jineolojî

Li dijî sîstema Mêr-dewletê zanista jinê Jineolojî.
Jineolojî dîroka civakî, roja îro, siyaset, civak, ekolojî, demografya, tenduristî, perwerde û aborî lêkolîn dike û di çarçoveya jinê de li van xalan dinêre.

Zanîsta Jinê Jineoljî.

Jineolojî yekem car di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Ocalan ve di pirtûka sosyolojiya azadî de hat pêşniyarkirin.

Rêber Ocalan di nirxandinên xwe de gotibû:

“Heta jin azad nebin civak jî azad nabe, asta azadiya jinan, asta azadiya civakê diyar dike.”

Li ser vî bingehî Jineolojî cara ewil di sala 2011’an de rêxistinbûna xwe li çiyayên azad ava kir.

Konferansa xwe ya yekem 2015’an bi tevlibûna 140 delegeyan pêk anî.

Rêxistinkirin û belavkirina jineolojî li cihanê weke biryarek sereke hat girtin.

Jineolojî li dijî sîstema mêr-dewletê jiyana komînal, demokratîk û azadîxwaziya jinê esas digre.

Têkiliya Jin-Xweza, Jin-Jiyan, Jin-Mêr,Jin-Azadî, Jin û Zanîst, Jin-Afirandin lêkolin dike û rasiya jiyanê derdixine holê.

Tiştên nû li jiyanê zêde dike ji bo wê jî qadeke berfireh û zanisteke dewlemend şîrove dike.

armanca Jineolojiyê ew e ku pergala exlaqî û polîtîk, civakî ya jin-dayîkê bi rêxistin bikin û nûjen bike.

Jineolojî di sedsala 21’ê de xwe bi rêxistin kir û hedef dike ku rastiya jinan a ku hatiye tunekirin ronî bike.

Jineolojî koletiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin ji holê radike û pênaseya wê ya rast derdixîne holê.

Xwezaya jiyanê dualî ye, yek mêr ya din jin e.

Ger têkiliyek watedar di navbera her du zayendan de hebe, wê jiyan, xweza, azadî û wekhevî baş û bi xweşî bimeşe û dewam bike.

Bêguman zanista civakî encax dikare bi zanista Jineolojiyê û derdora jinê bi pêş bikeve.

Ger dîrok rast were dîtin wê roja îro jî rast were xwendin.

Jineolojî dîroka civakî, roja îro, siyaset, civak, ekolojî, demografya, tenduristî, perwerde û aborî lêkolîn dike û di çarçoveya jinê de li van xalan dinêre.

Her wiha hest, dilovanî, merhemet, taybetmendiyên jinê yên xweşik lêkolîn dike.

Jineolojî mîtolojî, ol, felsefe, zanist û rêbazên bikaranînê lêkolîn dike û dinirxîne.

Li cîhanê hebûna jinan, bi şer, koçberî, xizanî, bêkarî, polîtîkayên perwerde, tenduristiya saziyên bavkanî, harbûna hevser û yar, bi gefxwerinê re rû bi rû ye.

Jineolojî weke zanistekê têkoşîna azadî û hebûna jinê dike hedef.

Îro li seranserî bakur û rojhilatê Suriyê û tevahî cihanê bûye îlmê sereke yê rizgariya ji pirsgirêkan.

Li dijî sîstema Mêr-dewletê zanista jinê JineolojîLi dijî sîstema Mêr-dewletê zanista jinê Jineolojî.

Back to top button