Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 8’ê Adarê çalakiyên cur be cur pêk hatin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8ʹê Adar Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga xurtkirina têkoşîna hevpar di 8’ê Adara îsal de hate kirin.

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi beşdarbûna endamên komîn û meclisên herdu taxan semînerek da.

Di semînerê de behsa fedekariyên jinan ên di dirêjahiya dîrokê de hate kirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Gel a Hecînê semînerek da.

Di semînerê de hate diyar kirin ku wê 8ʹê Adara 2023’an bibe roja pêkanîna azadiyê jinan û azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Di dawiyê semînerê de sînevîzyonek li ser dîroka 8ʹê Adarê û têkoşînê jinan hat pêşandan.

Nivîsgeha Jinan a Kombûna Jinan a Zenbûya ya Minbicê bi boneya 8ʹê Adarê panelek li dar xist.

Destpêka panelê sînevîzyonek li ser têkoşîna jina azad hat dayîn.

Piştre axavtin hatin kirin û kesên axivîn gotin:

Jin hêza bingehîn a avakirina civakan û pêşxistina civakê ye.

Panel bi nîqaşên di navbera beşdaran de bi dawî bû.

Bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî re, ber bi şoreşa jinê ve”, Kongra Star civîneke li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de ji rêveberên Kongra Star ên Hesekê Gulîşan Elî qala berxwedana jinan kir û wiha anî ziman:

Jin bi îradeya xwe û baweriya bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan bi hêz bûne.

Ji bo 8’ê Adarê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, bi merasîmekê navenda xwe li bajarê Reqayê vekir.

Di merasîma vekirinê de gelek axavtin hatin kirin û hate gotin:

Bi çanda jinê civak bi pêşdikeve de hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de komên Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin.

8’emîn Festîval Wêje û Hunera Jinan 1’ê Adarê bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi beşdariya 100 jinên hunermend û wêjevan li Qamişlo pêk hat.

Di Festîval bi giştî 41 berhemên wêjeyî ji kurteçîrok, helbest û gotar hatin pêşandan, 15 bi kurdî û 25 jî bi erebî bûn.

Her wiha 45 wêne hatin pêşandan, ji wan 22 jinan bi destê xwe çêkirine.

Festîval bi xelatkirina kesên serkeftî ve bidawî bû.

Back to top button