Polisên Tirk li pêş navenda HDP gef li endam û parlementerên HDP’ê xwarin

Îro polisên Tirk li pêş Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqerê xwestin dîsa provakasyonê derxin.. Endam û rêveberên HDP’ê ku bertek nîşanî polisan dan, rastî êrişan hatin û gef li Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran hat xwarin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da û got: “Divê hesab ji êrişkaran were pirsîn.”

Çend kes di bin parastina polîsan de îro li pêş avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP kom bûn.

Ev çend kes bi idiya ku zarokên wan di nava PKK’ê de ne bi alên dewleta Tirk li pêş avahiyê daxuyanî dan û çûn.

Paşê, mana polîsan a pêş avahiya partiyê dewam kir.

Endamên HDP’ê diyar kirin ku polîs dixwazin li pêş avahiya partiya wan provokasyonê derxin û bertek nîşan dan…

Polisên Tirk gef li endam û rêveberên HDP’ê xwarin û êrişî wan kirin..

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamenter Ayşe Acar Başaran li ser vê provaksyona polisan xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Polisan xebatkarên çapemeniyê dûr xistin û ji bo Acar gotin ‘Wekîlê bigirin hundir’.

Acar Başaran axaftina xwe domand û got: “Îro polîs û Wezareta Karên Hundir ji bo provokasyonê bikin hatin pêş avahiya me. Êrişkirina me mafdar dibînin. Em ê li dijî provokatoran û êrişan têk neçin.”

Berpirsekî polisên Tirk di vê navberê de ji endamên HDP’ê re dibêje zarokên van li ku derê ne bêjin.

Li ser vê yekê Başaran jî ku bavê wê di salên 90’an de bi awayekî kiryarên nediyar de hatiye qetilkirin got: “Here wê demê kujerê bavê min jî bipirse.” Li ser, berpirsê polisan heqaret û gefên xwe domandin û ji Başaran re got “Ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim.”

Başaran û endamên partiyê bertek nîşanî polîsan dan û polîsan dorpêça Navenda Giştî ya HDP’ê dewam kir..

HPD’ê daxuyanî da û banga hesabpirsînê kir

Li ser vê provaksona polisên Tirk, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bi beşdariya parlamenteran, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da.

Ebrû Gunay anî ziman ku partiya wan careke din bi provakasyonekê re rû bi rû ye û got:

“Demeke dirêj e li dijî partiya me hewldanên provakasyonê hene. Berî vê li Amed û Wanê ceribandin û bi ser neketin. Êdî provakasyon derxistin asteke din. Polisên ku roja Denîz Poyraz hat kuştin ew û partiya me neparastin, îro 3 provakatoran diparêzin û êrişî partiya me kirin. Li xebatkarên me dane û wan birîndar kirin.”

Ebrû Gunay bang li Serokê Meclisê kir ku ji polîsên li navenda Enqerê gefa kuştinê li parlamenterekê dixwe hesab bipirse.

Back to top button