Ji bo siyasetvana Kurd kampanyayên piştgiriyê zêde dibin

Tevî ku tendirûstiya wê xerabe jî rêjîma Tirk siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk bernade. Li hemberî vê, kampanyayê piştgiriyê ji bo siyasetvana Kurd zêde dibin. Parlamenterên berê yên HDP’ê ji bo Aysel Tûglûk banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Parlementera berê ya HDP’ê Aysel Tugluk 5 sal in di zindanê de ye.

22’ê Adara 2021’an doktorên pispor eşkere kirin ku Aysel Tugluk bi nexweşiya demans ketiye.

Û di encamê de hişê xwe jibîr dike.

Doktorên ku îmze avêtin binê rapora tendirûstiyê, teqez kirin ku Aysel Tugluk bi vî halê xwe nikare li zindanan bimîne û xwestin were berdan.

Lê Saziya Tiba Adlî ya girêdayî hukûmetê, hişyarî û rapora doktorên pispor ji nedîtîve hat û îdîa kir ku Tugluk dikare girtî bimîne.

Ji bo azadiya siyasetvana Kurd, li 28 welatên cîhanê kampanya îmzeyan a binavê “Em bi hezaran Aysel in” destpêkir.

Ji gelek netewan, heta niha bi hezaran kes beşdarî kampanyayê bûne û xebatên ji bo azadiya Aysel Tugluk dewam dikin.

Tugba Hezer: Niha dora bi milyonan e ku ji bo Aysel têbikoşin

Parlamenterên berê yên HDP’ê Tugba Hezer û Besîme Konca bal kişand ser tenduristiya Aysel Tugluk û girtiyên nexweş.

Tugba Hezer da zanîn ku Aysel di dîroka siyaseta Tirkiyê de yekemîn hevseroka jin e û bi sekna xwe ya têkoşer bandûr li ser her kesê kiriye.

Tugbayê da xuyakirin ku desthilatdarî bi girtinan dixwaze pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigire û got;

“Divê ji bo Aysel û bi hezaran girtî bên berdan bi milyonan bên gel hev û têkoşînê xurt bikin.

Besîme Konca: Zextên li girtigehan pêkanîna darvekirineke eşkere ye

Besîme Konca jî diyar kir ku Aysel ji bo pergala serdest ya mêr hilweşîne têkoşîn da, tucar gav şûnde ne avêt, di buroya hiqûqê ya Sedalê de de cih girt. Parêzeriya Rêber Ocalan kir.

Besîme diyar kir ku jiyana bi hezaran girtî di xeteriyê de ye, ev pêkanîn darvekirinek eşkere ye û got;

“Divê têkoşîneke ku hincetên hiqûqî deşîfre dike bê meşandin. Tiştên li cenazeyê dayika Ayselê hatin kirin sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê dewlet deyndareke ku ji Ayselê lêborînê bixwaze.”

Back to top button