Banga destpêkirina diyalogeke Sûrî-Sûrî hat kirin

Meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê û Herêma Wista bang li gelê Sûriyê yê azad û hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk kir ku diyalogeke sûrî li dar bixin.

Meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê û Herêma Wista daxuyaniyek da.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef li pêşiya avahiya meclisa partiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta Şamê berpirsa aloziya Sûriyê ye ku heta niha berdewam e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama destwerdana hêzên derve de serdestiya Sûriyê hate binpêkirin û axa wê hate dagirkirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê û hêzên niştîmanî yên demokratîk hat kirin ku diyalogeke Sûrî ya giştî pêk bînin û nêzîkî hev bibin.

Her wiha da ku zehmetiyên gelê Sûriyê bi dawî bibin û armancên şoreşê yên pêkanîna azadî û wekheviyê pêk bînin.

Biryara neteweyî ya 2254 ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê pêk bînin.

Back to top button