Baregeha Tirkiyê ya Başîka ya Mûsilê bû armanca êrişan

Dîsa baregeha Tirkiyê ya Başîka ya Mûsilê bi 5 mûşekan hat armancgirtin.

Ajasa ROJNEWS’ê ragihand ku doh baregeha Beşîka ya Tirkyeyê bi 5 mûşekan hat bomberankirin.

Nayê zanîn mûşek ji aliyê kîjan hêzê ve hatine avêtin. Têkildarî ziyanê ti agahî nehatin bi destxistin.

21’ê meha borî jî baregeha Tirkiyê bû hedefa êrişan.

Wê demê di êrişê de 2 leşkerên Tirk li gel endazyarekî Iraqî hatin kuştin.

Back to top button