Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê buyerên dawî de daxuyanî da

Li Şengalê di van rojên dawî de tevgereke mezin a artêşa Îraqê heye..Doh wesayîteke leşkerî ya hêzên Iraqî bû sedem ku di otobîseke xwendekarên Şengalê de 2 kes jiyana xwe ji dest bidin û 27 kes jî birîndar bûn. Li ser mijarê, Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da û got: Artêşa Iraqê hêzek mezin li Şengalê bicih dike.

Liv û tevgera arteşa Iraqê ya li Şengalê di demên dawî de zêde bûne.

Herî dawî doh danê êvarê li Şengalê di navbera nahiya Sinûnê û Xanesorê de wesayitek leşkerî yê Iraqê li serwîsa xwendekaran qelibî.

Di encama qezayê de 2 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî buyerên dawî yên li Şengalê û qezayê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya xweser a şengalê: tevgera li şengalê ne di berjwendiya şengalê û iraqê de ye

Rêveberiya Xweser ji malbatên ku zarokên wan di qezayaê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo birîndaran re jî şîfa xwest.

Rêveberiyê bal kişand ser dîmenên di dema qezayê de û diyar kir piştî qezayê leşkerên artêşa Iraqê wekî ku serkeftineke pîroz dikin, kêfxweş dibin.

Rêveberiyê got, “Ev dîmen bi xwe bes e ku em fêhm bikin ka li hemberî civaka Êzidî dijminahiyek çawa heye.”

Herwiha di dewama daxuyaniyê de hate eşkerekirin Hikumeta Iraqê di demên dawî de hêzên xwe li Şengalê zêde dike û vê yekê jî di bin hêceta ewlehiya herêmê de pêk tîne.

Rêveberiyê da zanîn her çiqas bi hinceta ku Şengal ne aram e û ewle ye ev hêz tê zêdekirin jî di rastiyê de ev parçeyek plana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê ye û wiha got: “Di demeke wisa de ku li Iraqê nezelaliyeke siyasî heye û her roj li cihekê êrîş çêdibin, hikumeta Kazimî û PDK dixwazin ji vê krîza siyasî û nezelaliyê sûd werbigirin û berê xwe car din dane Şengalê.”

Em di wê baweriyê de ne ku ev ne di berjewendiya dewleta Iraqê ne jî di berjewendiya Şengalê de ye.

Ev di berjewendiya hikumeta Kazimî û PDK’ê de ye.

Ji ber ku plana 9’ê Cotmehê di navbera van hêzan û dewleta Tirk de hatibû amadekirin û niha dixwazin di nav aloziya siyasî ya Iraqê de car din vê planê bikin meriyetê.”

Rêveberiya xweser a şengalê: divê civaka êzidî hişyar be û tifaqa xwe xurt bike

Rêveberiyê anî ziman li ser Şengalê dek û dolabên nû tên gerandin û ew di ferqa van planan de ne.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawî de bang li civaka Êzidî kir ku li hemberî van plan û provokasyonan hişyar bin û tifaqa xwe xurt bikin.

Back to top button