Koordînasyona PAJK’ê derbarê komkujiya 9’ê Çile li Parîsê daxuyaniyek da

Koordînasyona PAJK’ê anî ziman ku di bingeha herdu komkujiyên li Parîsê de temamkirina tecrîda li dijî rêber APO ye û got:”Heta herdu komkujiyên li Parîsê bên ronîkirin, pergala Îmraliyê bê hilweşandin û desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê bi temamî werê rûxandin em ê têkoşîna xwe bidomînin”.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê derbarê salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger tê de hatin şehîdxistin de daxuyaniyek nivîskî weşand.

PAJK’ê da zanîn ku ew pêşenga tevgera azadiyê PKK’ê Sara û tekoşerên tevgera azadiya jinê Rojbîn û Ronahî di salvegera şehadeta wan de bi bîr tînin.

Em ji dewleta Tirk ya kujer, faşîst û qirker, hêzên navnetewî yên ku hevkariya wê dikin û bi taybet dewleta Fransayê hesap bipirsin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

PAJK: Di bingeha van komkujiyan de temamkirina tecrîda li dijî Rêber Apo heye

Di daxuyaniyê de PAJK’ê diyar kir ku dewleta Tirk ya qirker û mêtînger bi organîzeya MÎT’ê di çarçoveya firehkirina plangeriya qirkirinê ya li ser Kurdan û pêşengên jin ev komkujî di sala 2013’an de pêk anî.

Ev deh sal in siyaseta qirkirin û tasfiyekirinê bi hedef girtina pêşengên jin û Kurdên li ber xwe didin bênavber berdewam e. Di bingeha vê siyaset û komkujiyê de temamkirina komploya mezin ya li dijî Rêber Apo hebû.

PAJK: Heval Sara di têkoşîna xwe de wekî aveke zelal herikî

PAJK’ê destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinên Kurd li ser hîmê kesayeta dîrokî ya rêheval Sara şêwe girt û got:

Hevaltiya mezin û dîrokî ya heval Sara bi Rêber Apo re, li Kurdistanê heqîqeta jina azad afirand.

Bi têkoşîna şoreşgerî ya 40 salî ku pêşengî jê re kir, di sedsala 21’emîn de bû pêşenga hemdem ya şoreşa jinê.

PAJK: Dewleta Tirk dijminê jinên Kurd e

Koordînasyona PAJK’ê tekez kir ku komkujiya duyemîn a Parîsê jî berdewamiya sûcên şer e yên ku dewleta Tirk a qirker li dijî jinên pêşeng û Kurdan pêk tînê.

Dewleta Tirk a faşîst bi komkujiya duyemîn a li Parîsê carekî din bi eşkereyî ji hemû cîhanê re nîşan daye ku ew dijminê herî mezin yê jinên Kurdan e.

PAJK: Heta ronîkirina herdu komkujiyan em ê têbikoşin

Di dawiya daxuyaniyê de PAJK’ê got:

Em di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de ji bo ronîkirina komkujiyê biryardariya têkoşîn mezinkirinê tînin ziman.

Heta herdu komkujiyên li Parîsê bên ronîkirin, pergala Îmraliyê bê hilweşandin û desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê bi temamî werê rûxandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button