Nûrî El-Xelîl: Tirkiyê sûdê ji vê zêdebûna tevgera DAIŞ’ê digire, ji bo wê destekê dide

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl dibêje ewê nehêlin ku çeteyên DAIŞ’ê li heremêherêmê kiryaran pêk bîne.

Nûrî El Xelîl dibêje Tirkiyê sûdê ji tevgera şaneyên DAIŞ’ê digire, ji bo wê jî destekê dide wan da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Nûrî El Xelîl got:

“Şaneyên DAIŞ’ê bi piştgiriya Tirkiyê li heremê teqînan pêk tînin, rêveber û fermandarên herêmê dikin hedef, da ku ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin.”

Nûrî El Xelîl da zanîn ku hêzên wan êrişên şaneyan têk dibin. Operasyonên ewlehiyê li dijî wan li dar dixin bi taybet li Dêrazorê.

Nûrî El Xelîl piştrast kir ku QSD û Meclisa wan dê nehêlin ev şeneyên DAIŞ’ê kiryarên xwe li heremê pêk bînin û dê operasyonên tinekirina şaneyên DAIŞ’ê bidome.

Back to top button