KOMÊN ÇETE LI EFRÎNÊ MIROVAN DIREVÎNIN Û BINÇAVKIRINÊN KÊFÎ PÊK TÎNIN

Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûrî ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin, têkildarî rewşa Sûriyê raporek belav kir.
Di raporê de kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên kuştin, revandin û talankirinê jî tê bibîrxistin û wiha tê gotin:
Li Efrînê sûcê şer hat kirin.

Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Sûrî ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de hatiye avakirin, têkildarî rewşa Sûriyê raporek belav kir.

Di raporê de bi 271 kesî re hevdîtin hatiye kirin û dîmen, wêne, vîdeo û raporên tenduristiyê hatine komkirin.

Her wihça raporên ji dewletan û rêxistinên sivîl hatine jî di raporê de cih digire.

Di raporê de binpêkirina mafan û pêşniyarên çareseriyê jî cih digire.

Her wiha qala binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê jî tê kirin.

Li gorî raporê li Efrînê binçavkirinên kêfî, girtin û revandin berbelav bûye û fîdyeyan dixwazin.

LI EFRÎNÊ SÛCÊ ŞER HAT KIRIN

Bi domdarî hatiye destnîşan kirin ku komên çete yên li Efrînê her tiştî talan dikin.

Jinan tecawiz dikin û bin navê “bacê” bi darê zorê ji mirovan pereyan dibin.

Yek ji çavkaniyên debarê ya herêmê, ango darên zeyûtnan dibirin û berhemê didizin..

Kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê sûcên şer e.. Di raporê de wiha tê gotin:

Em bi bawer in ku li Efrînê û herêmên girêdayî wê sûcê şer hat kirin.

Eskerên Tirk li Efrînê dibistanan wek baregehên leşkerî bi kar tînin.

Leave a Reply

Back to top button