Li ser êrişên li dijî herêmê Îbrahîm El-Qeftan Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê dibêje “Her êrişeke dewleta Tirk a dagirker wê êrişên çeteyên DAIŞ’ê vegerîne û heger êriş berdewam bikin wê kareseteke mirovî çêbibe.” El-Qeftan bang li civaka navneteweyî û NATO’yê kir ku êrişên li dijî herêmê rawestînin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Di rojên dawî de, dewleta Tirk û çeteyên wê, bi dijwarî êrişî herêmê dikin.
Heta niha di van êrişan de gelek sivîl bûne qurban.
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan der barê van êrişan de ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Îbrahîm El-Qeftan anî ziman “Bi zêdebûna êrişan, wê çeteyên DAIŞ’ê bi rûyekî din derkevin” û got:
” Li Tirkiyê aloziyên navxweyî hene, ji ber ku dewleteke desthilatdar e.
Û dixwaze aloziyên xwe yên hundirîn bi rêya çeteyan derdixîne derve.
Ev kirin ne ji bo herêmê û ne jî ji bo Tirkiyê, ti sûdên wê nînin.”
Îbrahîm El-Qeftan di nava axaftina xwe de îşaret bi rewşa jiyana hevbeş a li herêmê kir û got:
“Ev herêm ne ya pêkhateyekê tenê ye.
Lê dewleta Tirk û dewletên din dixwazin yek rengî bidin vê herêmê.
Armanca wê ew e plan û armancên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne.”
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan dawiyê bang li NATO û tevahî dewletan kir ku êrişên dagirkirinê yên Tirkiyê û sûcên wê yên domdar rawestînin.