Li Bexdayê 17 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Hikûmeta Iraqê ragihand ku hêzên ewlehiyê 17 çeteyên DAIŞ’ê giritin.

Istixbarata Iraqê ya girêdayî Wezareta Hundir ya welêt derbarê operasyonên dawî yên dijî çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên girêdayî istixbaratê li Bexdaya peytext li deverên cuda 17 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Ev bîlançoya girtina çeteyên DAIŞ’ê ya herî mezin e ji destpêka salê ve.

Bi destpêka sala nû jî, careke din çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li dijî hêzên ewlehiyê pêk tîne.

Di vê çarçoveyê de, hêzên ewlehiyê operasyonên xwe yên dijî çeteyan li tevahî parêzgehan didomîne.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, derdora 2 hezar çeteyên DAIŞ’ê li deverên çolistanî û sînorî yên Iraqê xwe bi cih dikin.

Çolistana Enbarê jî ku dikeve ber sînorê Sûriye û Urdunê dera herî asteng e ku hêzên Iraqê li dijî DAIŞ’iyan operasyonan bike.

Back to top button