Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hejmara kesên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin, gihişt 29 kesan.
Di çend rojên dawî de rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Tehranê li dijî çalakvan û xwendekarên Kurd dest bi pêla binçavkirinan kiriye.
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, sê welatiyên ku ji heman malbatê yên bi navê Ebdullah Hacî Ehmedî, Peyman Hacî Ehmedî û Xatu Gelawêj Ebdulahî yên ji Qereqesab a Nexedê ne hatine binçavkirin.
Li gorî komeleyê, çalakvanê civaka sivîl Hisên Gerdşî jî roja 11’ê Çile li bajarê Bokanê hatiye binçavkirin û ew şandine bajarê Urmiyê.
Li Mihabadê jî hêzên rejimê bi ser mala welatiyê bi navê Hesen Ebdî de girtin û ew binçavkirin.
Li gorî agahiyên dawî, ji 8’ê Çile ve hejmara kesên ji aliyê rejima Îranê ve hatine binçavkirin gihiştiye 29 kesan.