Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk sivîlek din revandin

Ji roja ku hatî dagirkirin hema bêje rojane sivîl tên revandin. Em behsa Efrîna dagirkirî dikin. Çeteyên dewleta Tirk sivîlek din ji navçeya Raco revandin.

Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Raco ya Efrînê Sebrî Menan Reşo yê 38 salî revandin.

Sebrî ji gundê Derwîş yê navçeya Raco ye û ji ber firina Ebû Îmad hat revandin.

Çeteyan kesê nav borî birin cihekî ne diyar û heta niha çarenivîsa wî nayê zanîn.

Ev cara 3’an e ku Sebrî Menan tê revandin.

Her du carên berê jî malbata wî nêzî 6 hezar û 500 dolar ji bo berdana wî dabûn çeteyan.

Back to top button