Konseya Yekîtiya Aborî ya Erebî banga yekbûnê kir

Konseya yekîtiya Aborî ya Erebî banga yebûnê kir.
Ev bang di rûniştina 115’emîn ya li Qahîrê de hat.

Lî ser asta cîhanê di nava salên dawiyê de, krîza aborî bandoreke neyînî dike.

Konseya Yekîtiya Aborî ya Erebî doh teqezî li ser giringiya pêkvejiyana aborî ya Erebî kir.

Sekreterê Giştî yê Konseyê Balyoz Mihemedî Ehmed en-Ney jî got,

“Ji bo gihîştina qonaxa têrakirina xwarinê, divê hewl bê dayîn ku bigihin bazara hevbeş a Ereban û her kes mil bi mil bisekine.”

Ney di civîna komkarî ya 115’emîn ya li paytexta Misir Qahîrê de axivî û ev tişt anî ziman:

“Ev rewş pêwîst dike ku welatên ereb bibin şirîkek çalak û bi bandor.

Derfet û çavkaniyên welatên erebî hêzeke hêvîdar in ji bo afirandina bloka aborî ya erebî ya bihêz ku karibe rikberî û tevgerê bike.”

Sekreterê Giştî diyar kir ku “Rûniştina heyî şahidiya vegera Lîbya û Sûriyeyê û tevlîbûna Komorê bû.”

Di axaftinên vekirinê yên 115’emîn a civîna konseyê de, îşaret bi Sûrî ya piştî 12 salan tevlî komkarê bûyî hate kirin.

Piştî şerê navxweyî yê li Sûrî 2011’an despê kir, ew ji nava Komkara Erebî hatibû derxistin.

Balyozê Somaliyê Îlyas Şêx Omer Ebûbekir, nûnerê Komkara Erebî ya Somalî û serokê 115’emîn civîna Konseya Yekîtiya Aborî ya Erebî, bal kişand ser wê yekê ku nakokiyên li navçeyên erebî bûne sedema alozî, wêrankirina aborî û ev yek jî rewşê xirabtir dike.

Balyoz destnîşan kir ku ‘ji bo paşerojeke baştir divê ev pevçûn bi dawî bibin’.

Her wiha bal kişand ser ‘bandora şerê Rûsya û Ukraynayê û guherîna avhewayê li ser welatan’.

Back to top button