Li kampa Mehmûdiliyê ya Tebqayê nevendeke çavdêriyê tê avakirn

Kampa Mehmûdiliyê ya bajarê Tebayê ku zêdetirî hezar û 800 malbat lê bi cih bûne, ji bo pêşlêgirtina vîrûsa coronayê navendeke çavdêriyê tê avakirin..

Rêveberiya kampê bi hevkariya Rêveberiya sivîl a Tebqayê asta xweparastinê li kampa Mehmûdliyê ya herêmê bilind kiriye.

Ketin û derketina koçberan ji kampê hatiya qedexekirin û germahiya koçberan tê pîvan…

Her wiha lmadeyên paqijî û pakkirinê jî tên belavkirin..

Niha rêveberiya Kampê navendeke çavdêriya tenduristiyê dûrî kampê ava dike..

Rêveberê kampa Mehmûdliyê ya Tebqayê da zanîn ku di demên pêş de wê amadekiriyên navendê bi dawî bibin.

Back to top button