Li Fransayê 2 jinên DAIŞ’î hatin girtin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ew vegerand welatê wan, dadweriya Fransayê 2 jinên DAŞ’î bi sedema avakirina komên terorîst girtin.
Ji aliyê din ve Rusyayê jî 8 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Bakûr û Rojhilatê Sûriye wergirtin.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên ku piştî êrîşên 9’ê Cotmehê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ev ji xwe re firsend dîtibûn û reviyabûn dişîne welatên wan, lê belê ev çete paşê tên girtin.

Herî dawî li paytexta Fransa Parîsê 2 jinên DAIŞ’î ku dewleta Tirk a dagirker şandibûn, piştî lêpirsînê hatin girtin.

Dadgehê bi sedema ku komên terorîst avakirine ew girtin.

Hat diyarkirin ku her 2 jinên hatin girtin li Fransa di lîsteya lêgerînê de bûn û niha li girtîgehên demkî di bin lêpirsînê de ne.

WERGIRTINA ZAROKÊN DAIŞ’Î
RÛSYA 8 ZAROKÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Î JI KAMPA HOLÊ WERGIRTIN

Li aliyekî din û di çarçoveya banga Rêveberiya Xweser a wergirtina welatiyên DAIŞ’î de
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya 8 zarokên çeteyên DAIŞ’î yên Rûsî ku li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî wergirtine.

Wezaretê bi daxuyaniyeke diyar kir ku piştî ezmûna DNA’yê çêkirine, 8 zarokên din şandine Rusyayê.

Wezaretê destnîşan kir ku xebatên destnîşankirina nasnameya zarokên DAŞî yên li Kampa Holê berdewm in û ezmûna DNA ji 100 zarokê din re jî hatiye çêkirin.

Wezaretê tekez kir ku di 3 û 6 Kanûnê de şandeyeke Rûsî li gel berpirsên Kampa Holê mijara wergirtina zarokên Rûsî nîqaş kirine.

Duh jî şandeyek Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo wergirtina zarokên çeteyên DAŞ’î yên Rûsî ku li Sûriyê û Iraqê ne civiya û derbarê 122 zarokan de lêkolîn kir.

Beriya çend rojan jî Komserîya Mafên Zarok a Rûsî ragihand ku piştî pêkanîna ezmûna DNA’yê, wan 4 zarokên çeteyên DAIŞ’î ji Rêveberiya Kampa Holê wergirtin.

Leave a Reply

Back to top button