“Wê ti hêz nikaribe desketiyên civaka Êzidî têk bibe”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser pêşketinên demên dawî li Şengal û Iraqê diqewimin û mijarên din yên di rojevê de îro civînek pêk anî. Di dawiya civînê de plansaziyek hat derxistin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê MXDŞ’ê bi boneya gotûbêjkirina pêşketinên li Iraqê û Şengalê ku di van rojên dawiyê diqewimin, civîneke awarte pêk anî. Di civînê de endamên Meclîsa Xweser û gelek welatî amade bûn.

Di civînê de qeyran û aloziya siyasî, leşkerî, aborî û civakî ya li herêmê heyî, hate nirxandin.

Hate diyarkirin ku nakokî û pevçûnên heyî kûrtir dibin, ji her deverê zêdetir bandora xwe li Iraqê dike. Hat gotin, heta hikumeta Iraqê pirgirêkên gel çareser neke nikare aramîyê misoger bike.

Di civînê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker li pey hewldanên dagirkina herêmê ye û van qeyran û aloziyên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û wiha hat gotin;

“Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîş tîne li ser deverên civaka Êzidî ya ku xwedî hêza xweparastin û xwerêvebirinê ye. 6 sal in MXDŞ ava bûye û bi berdêlên giranbiha destketiyên civaka Êzidî mezinkirine. Ev êrîş û plangeriyên tên kirin jî dixwaze destketiyan têk bibe.”

Di civînê de hate destnîşankirin ku wê ti hewldanên dagirkerî û nokeriyê nikaribin hêz û rêxistiniya civaka Êzidî belav bike.

Civîn bi plansaziyeke çalakiyan û encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button