Nobeta “Azadî ji bo Ocalan” di hefteya 425’an de didome

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê, di hefteya 425’an de berdewam dike.

Her hefte ji bajarekî cuda yê Ewropayê, Kurdistanî û dostên xwe li pêşiya avahiyên Konseya Ewropayê tevlî çalakiyê dibin.

Vê hefteyê jî, ji aliyê komeke Kurdistaniyên ji bajarê Berlîn ,Almanya û bajarê Strasboûrga Fransayê ve tê meşandin.

Bi navê her çar çalakgerên vê hefteyê, Edîp Xanegînî axivî û got:

“Em ji çar parçeyên Kurdistanê li vir in û em ê çalakiya xwe berdewam bikin”.

Xanegînî destnîşan kir ku, divê her kes zanibe ku bi fikirê Rêbertî şoreş nêzîk e.”

Back to top button