“Dewleta Tirk plan dike çeteyên DAIŞ’ê ji Lîbya derbasê Ewropayê bike”

Piştî veguhastina jimareke mezin a çeteyên DAIŞ’ê ber bi Lîbyayê ve û komkirina wan li bajarê Sebratayê, dewleta Tirk niha plan dike van çeteyan bi rêya qeyîkan, derbasî Ewropayê bike. Artêşa Niştimanî ya Lîbî jî ragihand ku wan qeyîkeke, ku 20 çeteyên dewleta Tirk tê de bûn, wêran kir. Li aliyekî din serokê Parlemana Lîbî Uqeyle Salih pêşinyar dike, ku bajarê Sirtê bibe navenda desthilatdariyê li Lîbyayê.

Piştî kombûna çeteyên dewleta Tirk li bajarê Sebrata, ku weke xala koçberiya ber bi Ewropayê ve tê naskirin, çavkanîne leşkerî yên Lîbî ji malpera El-Eyn re eşkere kir ku dewleta Tirk plan dike van çeteyan, bişîne Ewropayê.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze van çeteyan, ku berê çeteyên DAIŞ’ê bûn, bi rêya qeyîkan derbasî Ewropayê bike.

Girêdayî heman mijarê, radyoya RFI ya Fransî raporek belav kir û tê de vegera rêxistina DAIŞ bo bajarê Sebratayê eşkere kir.

Raporê diyar kir ku di odeyên operasyonên çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê de, çeteyin tirsnak ku di lîsteyên terorê yên Konseya Ewlekariyê de ne, hene.

Beriya du rojan, berpirsyarê Artêşa Niştinamî Xalid Mehcûb ragihandibû ku nêzî 3 hezar çeteyên DAIŞ’î yên dewleta Tirk, li bajarê Sebratayê kom bûne.

Artêşa Lîbî qeyîkeke çeteyên dewleta Tirk wêran kir

Tiştê van nûçeyan piştras dike jî, armanckirina qeyîkeke çeteyên dewleta Tirk ji aliyê Artêşa Niştîmanî ya Lîbî ye.

Li gorî Rojnameya “el-Mersed” a Lîbî, 20 çete li pişta qeyîkê bûn û piştî wan herêma deryayî ya qedexekirî derbas kir, Artêşa Lîbî ew li beravên bajarê Ras Lanûf kir armanc.

Di encamê de, qeyîk wêran bûn û artêşê dest bi lêgerînê kir, hinek çete hatin girtin û hinek jî reviyan.

Berî armanckirinê, artêşê gelek bangên hişyariyê dabû, lê ti bersiv nebû.

Çavkaniyin ji hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî jî ev çete weke reviyayî ragihand.

Parlamena Lîbî pêşinyar dike bajarê Sirtê bibe navenda desthilatdariyê

Li aliyekî din, serokê Parlemena Lîbyayê Uqeyle Salih da zanîn ku di civîna bi balyozê Amerîkî de, wî nerazîbûna xwe ji hebûna çeteyan li avahiyên petrolê û destwerdana wan di dosyaya petrolê de aniye zimên.

Salih teqez kir jî ku hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, ne aliyekî danûstandinan ne û ew weke Parlemanê, rûniştina bi Wîfaqê re red dikin.

Serokê Parlemena Lîbî Uqeyle Salih pêşinyar kir ku bajarê Sirtê bibe navenda desthilatdariya Lîbyayê û banga avakirina desthilatiyeke nû ya rewa, bêyî hebûna dagirkeriya Tirk, li welêt kir.

Back to top button