Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan: Binpêkirina agirbesta li Idlibê, dewam dike

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku agirbesta Idlibê ket roja xwe ya 9′ an, tevî wê jî binpêkirina agirbestê dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku şerê demkî di navbera hêzên rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk li rojhilatê Seraqib, rû dide.

Çavdêriyê da zanînin ku duh di danê êvarî de hêzên rejîma Sûrî yên li rojavayî gundewarên Idlibê bi cih bûne, bajaroka Knsefra li Cebel El-Zewiyê kir hedef.

Çavdêriya Sûrî: vê sibehê 20 Maşîneyên zirxî derbasî Idlibê bûn

Li aliyekî din dewleta tirk a dagirker rojane bi dehan çek, cebilxane, maîşîneyên zirxî û leşkerên xwe derbasî erdê Sûriyê dike.

Îro di saetên sibehê de 20 maşîneyên zirxî ji deriyê Kefe Losîn derbasî Idlibê bûn.

Back to top button