Bi Dehan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Şehîd Gulê Selmo bi bîr anî

Endama Kongra Star Gulê Selmo ya ku sala 2012’an li taxa Şêxmeqsud a Helebê şehîd bûbû, hat bibiîranîn.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Şehîda Kongra Star Gulê Selmo li kolana 20’an cihê ku lê şehîd bûbû, bi bîr anî.

Di merasîma bibîranînê de, gul li derdora wêneyên Ş. Gulê Selmo hatin danîn.

Endama Komîna Şehîd Gulê Selmo, Mewlûda Silêman diyar kir ku Şehîd Gulê Selmo bi giyanê şoreşgerî û bê westan têdikoşiya û ji bo jina azad a têkoşer, sembol bû.”

Endama Kongreya Star Gulê Selmo bi guleyên çeteyan 13 Adara 2012’an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bû.

Back to top button