Iraq bûya qadeke ji êrîşên hêzên Amerîka û Iranê, ji ber vê yekê wê Iraqê li gel NY gilî bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê da zanîn ku wê Iraqê êrîşên Iran û Amerîka li ser xaka xwe ji NY û Konseya Ewlekariyê re gilî bike.
Artêşa Iraqê diyarkiribû ku ji ber operesyonên hêzên navborî 6 kes hatin kuştin û ev yek bi binpêkirina serwriya Iraqê bi nav kir.
12’ê Adarê balafirên şer yên Amerîkî baragehên artêşa Iraqî û foca Polîsan ên li parêzgeha Babilê ya Iraqê kirin hedef.
11’ê Adarê jî bi 18 moşekan barageha El Tacî ya ku leşkerên Amerîkî tê de ne, hat hedfgirtin.