Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dike

Dîmenên xelkên ku ji erdhejê zirar dîtine tê kişandin dilê gawiran dişewitîne, lê kîn û zikreşiyan çeteyan hênik nabe.
Ne bes xelek ji bin kavilan dernexistin û rê nedan tîmên rizgarkirnê, çete li wir alîkariyên mirovî yên ku derbas dibin ji bo mexdûrên erdhejê desteser dikin.
Ev tenê desteserkirina alîkariyan e ji bilî kuştin, revandin, eşkencê û talankirin mal û milên welatiyan jî didome.

Ji roja ku erdhejê rû da, alîkarî û destek wekî tê xwestin ji bo xelkê Sûriyê nehat dayîn.

Navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, yek ji deverên Sûriyê yên herî zêde wêran bû û pêwistiya wê bi alîkariyê hebû.

Tevî hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, bi erhejê re jî rê li alîkariya bi Efrîniyên li cihê xwe mayî re hat astengkirin.

Gelek malbat di bin avahiyên ji ber erdhejê hilweşiyayî de man û ji bo derxistina wan, alîkarî nehat kirin û pereyên wekî alîkarî ji bo malbatan dihat şandin jî dihatin destserkirin.

Herî dawî, çeteyên Sultan Mûrad pereyên wek alîkarî ji Ewrûpa ji bo malbata kesê bi navê Hac Nasir hatibû şandin, desteser kir.

Çete li Efrînê alîkariyên mirovî yên ji bo zirardîtiyên erdhejê didizin

Li aliyê din, li gor Tora Çalakvanên Efrînê, 16 Sibatê çeteyên Emşat alîkariyên mirovî yên ji bo kesên zirar ji erdhejê dîtine hatibû şandin, beşeke zêde jê dizîne.dizî.

Çeteyan 3 barhilgirên alîkariyê ku ji Başûrê Kurdistanê hatibûn rêkirin, hemû dizîn û li kesên girêdayî xwe belav kirin.

Şandeyeke Netewên Yekbûyî serdana navçeya Cindirêsê kir

Qaşo ji bo rewşa Cindirêsê bi taybet bişopînin, şandeyeke Netewên Yekbûyî serdana navçeyê kir, lê heta niha tu guhertin li ser erdê çênebûye û destek ji bo xelkê nehatiye dayîn.

Li kêleka vê diziyê, li gor Efrîn POST, çeteyan alavên çandinî û cenetorên xelkên gundê Tirindê û Eyn Dara dizîne û li bazarê daxistine firotinê.

Çete xaniyên Efrîniyan bi nirxekî erzan difroşin hevdû

Her wiha 35 darên zeytûnê yê welatiyê bi navê Sead Hisên ku li ser rêya Gurzêlê ye, ji kokê ve rakirin.

Her wiha çeteyeyî bi navê Ebû Elî sê xaniyên Efrîniyan ku desteser kiribûn, bi riya xwe firotine.

Xaniyekê yê Efrîniyê bi navê Cîhad Berekate bi hezar û 200 dolarî û xaniyê din yê Neceh Mihemed a li gundê Mazin e, bi hezar dolarî hatiye firotin.

Her wiha xaniyê sêyem jî li bajarokê Rajo yê Mihemd Xalide û bi 800 dolarî hatiye firotin.

Back to top button