DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê di nava 8 rojan de 90 kes kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê tevgera xwe zêdetir kirine.
Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê ji 10′ sibatê heta niha 90 welatî ku din nava wan de leşkerên hikumeta Şamê jî hene, kuştin.

Liv û tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li çolistan Sûriyê zêdetir bûye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku duh hêjmarek welatî ku li nêzî benda kontrolê ya hêzên hikûmeta Şamê li herêma El-Zibeyat ya li çolistana Humsê Kîvark kom dikirin, rastî êirşa DAIŞ’ê hatin.

Di encama êrişê de 61 sivîl û 7 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Her wiha li gorî çavdêriya Sûrî, di 12’ê Sibatê de jî 75 kes ku di nava wan de jin jî hene,li çolistana Tedmûrê dema li Kîvarkan digeriyan, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dîlgirtin.

Li gorî agahiyan, DAIŞ’ê jinek û leşkerekî hikumetê di nav de 16 kes ji dîlgirtiyan kuştine.

Îro 25 kes hatine berdan, û 34 kesên din jî li gel DAIŞ’ê ne û çarenûsa wan heta niha jî nayê zanîn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji 10’ê mehê û heta niha li çolistana Sûiyêr 90 kes di nav de leşkerên hikuemta Şamê ku hene, hatine kuştin.

Bi navekî din, DAIŞ’ê li herêmê komkujî pêk aniye.

Back to top button