Vê sibehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampa Holê, cenazeyê penaberkî Iraqî dîtin.
Hêzên Ewlekariyê cenazeyê penaberê Iraqî Bekir Mihsin Ferhan ê (30) salî ku li kampa Holê dijî, dîtin.
Berpirsekî Hêzên Ewlekariyê diyar kir, ku kuştî bi çakûç hatiye kuştin û gelek derbe di serê xwe de xwariye:
Heman berpirsî anî ziman ku di demên dawî de buyerên kuştina bi çakûç gelekî dubare dibin û jinên çeteyên DAIŞ`ê vê yekê bi kar tînin:
Tê zanîn zêdetirî 66 hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin, ji wan zêdetirî 40 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`iyên Sûrî, Iraqî û biyanî ne.



