TÊKBIRINA DAIŞ, DERXISTINA HÊZÊN BIYANÎ Û PÊKANÎNA BIRYARA 2254 ARMANCA DYE YE

Nûnerê taybet ê DYE ji bo Sûriyê James Jeffrey got,

Niyeta Washingtonê ne guhertina rêjîmê li Sûriyê ye, lê belê çareseriya siyasî ya li ser bingeha biryarên navnetewî ye.

Nûnerê taybet ê DYE ji bo Sûriyê James Jeffrey ji rojnameya Heyat re axivî.

James Jeffrey armanca Emerîka ya li Sûrî eşkere kir û got:

1- Erkeke leşkerî ye, ew jî têkibirina DAIŞê ye.

2- Erkeke siyasî ye, ew jî derxistina hemû hêzên biyanî ji Sûriyê ye.

3- Rêbaza siyasî ya biryara Konseya Ewlekariyê 2254 ji xwe re bingeh digire dest e.

Nûnerê Emerîkî xuya kir ku ew di wê baweriyê de ne despêkirina komîteya destûrî, wê bibe gava yekemîn a ber bi çareseriya siyasî ve.

DI SÛRIYÊ DE PÊNC HÊZÊN LEŞKERÎ YÊN SEREKE YÊN DERVE HENE

Jeffrey destnîşan kir ku niha 5 hêzên leşkerî yên sereke di Sûriyê de hene:

Rûsya, Emerîka, Îran, Îsraîl û Tirkiye, ev jî pir metrisîdar e û divê were kêmkirin.

Derbarê derxistina hêzên Îranî de, nûnerê Emerîkî got:

“Ev erkeke leşkerî ye û Îsraîl tê de çalak e.”

Leave a Reply

Back to top button