HPG’ê: Artêşa Tirk ya dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebarankir

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişan daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di navbera 14 û 17’ê Nîsanê de gelek qadên bi ser herêmên Zap, Avaşîn, û Xakurkê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin bombebarankirin.

Her wiha hat diyar kirin gundê Kamûran ê nehiya Çemankê ya Duhokê jî bi balafirên şer hate bombebarankirin.

HPG’ê ragihand ev êrişên berfireh yên Artêşa Tirk a dagirker di encama tedbîrên hêzên gerîla de bê encam man.

Back to top button