Biden: Wê leşker Turmp ji Koşka Spî derxînin

Tevî aloziya ji ber kuştina kesê Afro-Amarîkî û belavbûna vîrûsa Corona li Amarîka, êdî atmosfera hilbijartinê jî hêdî hêdî derdikeve.

Namzetê Partiya Demokrat Jeo Biden, ji bo Trump gotinên tund bikar anî û got:

Ger Trump encamên hilbijartinê ne pejirîne, wê ji aliyê leşkerên payebilind ve ji Koşka Spî were derxistin.

Trump jî ji niha de demokrat bi amadekirina komployan tewanbar dike.

Tevî ji bo hilbijartinê 5 meh mane, lê ji niha de germbûna hilbijartinê despê kiriye.

 

Namzetê Partiya Demokratk ya DYA Jeo Biden diyar kir ku ger di hilbijartina 3 Mijdarê de, rikberê wî Donald Turmp binkeftinê ne pejirîne wê ji aliyê leşkeran ve ji Koşka Spî were derxistin.

Jeo Biden ê bû mêvanê bernameya Comedy Central’da Noah Trevor’ın Daily Show, têkildarî xebatên xwe yên hilbijartinê axivî.

Biden anî ziman ku metirsiya wî ya herî zêde, Trump hewil bide dengan bidize û wiha got:

Metirsiya min ya herî zêde, Trump dengên hilbijêran bidize.

Tevî ku ew bi xwe jî dengê xwe wisan bikar têne, dibêje dikaranîna dengên bi rêya posta de hîle heye.

Di rewşeke nepejirandina destberdana ji erk de, ez bawerim wê Trump ji aliyê leşkerên paya bilind ve ji Koşka Spî were derxistin.

Trump di hilbijartina 2016’an de jî îdia kiribû ku Demokratan hîle kirine.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya DYA, serok raste rast dengê hilbijêran na, lê ji aliyê Komîteya Hilbijêran ve tê diyarkirin.

Dengdêr ji bo delegeyên ku ji Komîteya Hilbijêr ya eyaletan tên dengê xwe bikar tînin.

Murtaugh: Trump wê encama hilbijartinê qebûl bike

Li dijî axaftinên demokratan ji partiya Komarî bertekên tund hat.

Berpirsê ragihandina kampanya hilbijartinê ya Trump, Tim Murtaugh li ser gotinên Jeo Biden ev tişt anî ziman:

Ji bo şikandina baweriya bi hilbijartinê teoriyek bêhişane ya komployî ye.

Serok Trump wê encama hilbijartina 2020’an qebûl bike.

Li gorî anketên tên derdikevin biden li pêşe

Li gorî anketên di nava gel de hatine çêkirin, Trump li pişt Biden maye.

Beriya hefteyekê CNN anketek li ser hilbijartinê weşandibû, Berpirsên kampanya Trump jî ji rêveberiya kanalê xwest anketê paşde bikêşe, lê kanalê ev yek red kiribû.

Li gorî anketê Bîden 14 puanan li pêşiya Trump e.

Di kovara Newsweek de, li gorî anketa RealClearPolitics li seranserî welat Bîden 8 puanan li pêş Trump e.

Back to top button