Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku armanca wî ji serdana Beyrûtê, destekdayîna gelê Libnanê ye û teqezî li ser sekna Fransa li kêleka Libnanê kir.
Macron destnîşan kir ku ew ê alîkariyê di lêpirsînan de jî bikin û got:
Em ê kongireyekî navdewletî ji bo destekdayîna Libnanê û gihandina alîkariyan bo kesên hewcedar, rêxistin bikin.
Ji bo alîkariya Libnanê, em ê hevkariyê bi Banka navdewletî, YE û civaka navdewletî re bikin.
Pentagon: Em amade ne alîkariyê di lêpirsînan de bikin
Ji aliyê xwe ve, wezareta parastinê ya Amerîka Pentagonê ragihand, eger Libnan daxwaz bike, em ê alîkariyê di lêpirsînan de bikin.
Berdevkê Pentagonê got:
Em nikarin sedemên gengaz ên vê teqînê piştrast bikin, em girîngiyê didin lêpirsînên hikumeta Libnanê û eger ew bixwazin em ê alîkariyê bikin.
Sêşema borî, teqîneke bihêz bendergeha Beyrûtê hejand û di encamê de herî kêm 137 kes hatin kuştin û nêzî 5 hezar kes jî birîndar bûn.