Çeteyên Tirkiyê, nuqteyên hikumeta Şamê li Me’ret Nu’man topbaran kirin

Çeteyên dewleta Tirk ên li Cebel El-Zawiye, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Me’ret Nu’man topbaran kirin.

Ev topbaran, hemwextî firîna dronên Tirkiyê yên ji cûreya ”Bêreqdar” li ser parêzgeha Idlibê, her wiha hemdemî firîna dronên Rûsî li ser herêmê, pêk hat.

Ji aliyê xwe ve, hêzên hikumeta Şamê, deverên Fitêra, Kinsefra, Sefohin û Filêfil ên Cebel El-Zawiye, her wiha eniyên gundewarê Laziqiye yê rojhilat, topbaran kirin.

Di encama teqîna malekê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da, 5 jî birîndar bûn

Li bajarê Cisir Şixûr ê Idlibê jî, di encama teqîna di hindirê maleke bajêr de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.

Duh jî, di şerê navbera hêzên hikumta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li gundewarê Laziqiyê de, 14 kes ji herdu aliyan hatibûn kuştin.

Back to top button