Emer Saleh: Hin alî dixwazin ewlekariya Şengalê xira bikin

Hevserokê PADÊ Emer Saleh diyakirin ku ciwanên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê nerazîbûn nîşan dane, ji aliyê hukûmeta Iraqê ve hatine girtin. Saleh da zanîn kesên li hemberî DAŞ’ê li ber xwe dane ji aliyê Iraq, PDK’ê û dewleta Tirk ve tên hedefgirtin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî xwestin 20’ê Kanûna 2021’an bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêber Ocalan li Şengalê belavbikin.

Di roja sêyem a çalakiya Pirtûkxaneya Gerok dema ji Xanesorê Derbasî Navçeya Sinûnê bû, ji aliyê artêşa Iraqê ve hat astengkirin û ciwan hatin girtin.

Mehek derbas bû lê hîna ev ciwan nehatine berdan.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) Emer Saleh li ser girtina ciwanan diyar kir ku ciwan ji ber ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê çalaki kirin hatine girtin.

Saleh wiha got, “Belavkirina pirtûkên Rêber Ocalan behaneye.

Bi dehê caran me bi dezgehên Iraqê yên elaqedar re hevdîtin kirin.

Soz dan ku ewê di demek nêzde van ciwanan berdin, lê heya niha sozên xwe pêk neanîne.

Li gor Iraq dibêje ti tiştek li ser van ciwanan nîne, lê hîna jî girtîne.”

Emer Saleh diyar kir ku bi serok eşiran, YBŞ û saziyên rêveberiya xweser a Şengalê li ser vê mijarê û mijara belavbûna hêzên Iraqê li nava Şengalê de, bê navber hevdîtinan dikin.

Emer Salih: Yên li dijî DAIŞ’ê rabûn ji aliyê PDK, Iraq û Tirkiyê ve tên hedefgirtin

Hevserokê PADÊ’ê Emer Salih got: “Îdia dikin ku Şengal ne arame û aliyên ne rewa di Şengalê de hene.

Ew hêzên ku xwe wek hêzên fermî binav dikirin li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe nedan û gelê me di qirkirinê re derbaskirin.

Gel bi berxwedana xwe bûne xwedî îrade, ev îradeye ku di Şengalê de hatiya avakirin, gelek alî jê ditirsin.”

Back to top button