kazimî pêşniyara kêmkirina mûçeyê karmendan red kir

Serokwezîrê Iraqê pêşniyara bilindkirina nirxê benzîn û kêmkirina mûçeyê karmendan ya di projeyasaya bûdçeya 2021’an de red kir.

Duh Desteya Wezîran ya Iraqê li ser pejirandina projeyasaya bûdçeya 2021’an civiya.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşniyara kêmkirina mûçeyê karmendan ya di bûdçeyê de red kir.

Her wiha Kazimî pêşniyara bilindkirina nirxê benzînê jî erê nekir.

Civîn 10 saetan dewamkir, bi giştî 31 madeyên projeya yasayê hebûn.

Ji 31 madeyan di civînê de 21 made hatin pejirandin.

Tê payîn civîn îro bidawî bibe.

Di vê nevberê de xwepêşandanên li dijî nedayîna mûçeyan li welat didome.

Back to top button