Piştî 34 salan hîna Cizîrî bi dengê xwe di nav Kurdan de zindî ye

34 sal bi ser koça wî re derbas bûn, lê hîna jî bi deng û klamên xwe di nav Kurd û hunera Kurdî de, zindî ye. Em behsa dengbêjê Nemir Mihemed Arifê Cizîrî dikin.

Ji berê heta roja îro, dengbêjan, bi klamên xwe yên herî giranbuha, êş, evîn, hesret û têkoşîna gelê xwe vegotine.

Mihemed Arifê Cizîrî jî yek ji wan dengbêjên navdar e.

Dengbêj Mihemed Arif di “Şerê 1’em ê Cîhanê”, sala 1912’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê tê dinê û sala 1986’an li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê koça dawî dike.

Ligel ku 34 sal bi ser koça wî re derbas bûn, lê belê stranên Cizîrî, mîna ku duh bin, zindî ne û di muzîka Kurdî de xwedî cihekî girîng in.

Back to top button