HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 33 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî parvekir.
HPG’ê ragihand tevî ku hêzên gêrîla di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne jî, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst êrişên xwe didomîne û wiha got:
“Di 20’ê Gulanê de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro dagirkeran êrişî hêzên me kirin û hêzên gêrîla jî ji bo xwe parastinê bersiva dagirkeran dan.
Herêmên Parastinê yên Medyayê 19 caran bi balafirên şer, 24 caran bi obus, hewan û tankan hate bombekirin.”
Li gorî daxuyaniya HPG’ê dagirker hewl didin çeperên berxwedanê yên li Girê FM û Sîdayê bi kepçeyan hilweşînin.