HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî, ji malbatên hêja yên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sesaxî xwest.
HPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 2 gêrîlayên şehîd eşkere kir û wiha got:
“Zarokên gelê me yên herî hêja û xwedî rûmet bi her cure fedekariyê û fedakirina jiyana xwe pêşengiya doza me ya azadiyê dikin.
Hevrêyên me Rêzan û Azad di berxwedana 2022’an de cih girtin.
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker, piştî ku bi cesareteke mezin bê teredut şer kirin, rola xwe ya dîrokî lîstin û şehîd bûn.”
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sesaxî xwest.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gêrîlayên şehîd wiha ye.
Nasnav: Rêzan Dêrsim
Nav û paşnav: Serdar Sumbul
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dê: Gulsen
Navê Bav: Nazir
Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Kanûna 2022’an/Metîna
Nasnav: Azad Xazî
Nav û paşnav: Zîrek Lokman
Cihê jidayikbûnê: Tûzxûrmatû
Navê Dê: Bexal
Navê Bav: Lokman
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Kanûna 2022’an/Zap