Hêzên girêdayî hikûmeta Iraqê hewl didin têlan li dora Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûr bi cih bikin.
Li dijî vê yekê şêniyên kampê bêdeng neman û bertek nîşan dan, li vir hêzên hikûmeta Iraqê êriş kir û di encamê de du ciwan birîndar bûn.
Bi armanca şermezarkirina êrîşan bertek zêde dibin.
Li dijî helwesta hêzên hikûmeta Iraqê ya bi cihkirina têlan li dor kampa penaberan a Mexmûrê, bertekên tund derdikevin.
Meclisa Giştî ya Kongra STAR derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Mexmûrê hat silavkirin û wiha hat gotin:
“Êrîşa li ser xelkê Mexmûrê hatiye kirin li dijî hiqûqa navnetewî û mafê penaberan e.
Ji ber ev kamp ji aliyê NY ve hatiye qebûlkirin, ev hewldan û êrîşa artêşa Iraqê li pey wê dagirkeriya dewleta Tirk û desthilata PDK’ê heye.
Bi vî rêbazî dixwazin hemû rêyên jiyanê li gelê kurd ê ku têkoşînê ji bo azadiya xwe dike, bigirin.
Meclisa Kongra Star di dawiyê de bang li hikumeta Iraqê kir ku nebin hevkarê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker.
Rêveberiya Xweser piştgiriya xwe bi Mexmûrê re ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgiriya xwe bi xelkê Mexmûrê re anî ziman û got, êrişên li ser wargehê û ferzkirina dorpêçê li dijî nirx û exlaqê parastina kamp û penaberan e.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de anî ziman, li şûna ku hikumeta Iraqê pêwîstiyên mirovî yên xelkê li wargehê bi cih bîne, hêza leşkerî bi kar tîne û wiha got:
“Em bang dikin divê pirsgirêk bi rêya diyalogan, ne bi hêza çekê werin çareserkirin.
Divê pirsgirêk bi rêya nîqaş û lihevkirina bi niştecihên wargehê re werin çareserkirin”.
TEV-DEM: Êrişa li ser Mexmûrê di xizmeta dewleta Tirk de ye
Hew wiha TEV-DEM`ê jî bi daxuyaniyekê kiryarên hikumeta Iraqê yên li dijî îradeya gelê Mexmûrê şermezar kir.
TEV-DEM`ê destnîşan kir ku êrişa artêşa Iraqê ya li ser Mexmûrê di xizmeta dewleta Tirk de ye û bang li hemû beşên civakê kir ku komployan pûç bikin û li hember siyaseta xiyanetê ya PDK`ê hişyar bin.
Şêniyên Mexmûrê: Heya yek ji me hebe emê nehêlin dora me bê têl kirin



