Zeviyên Gundê Tewîle hatin şewtandin

Îro careke din dewleta Tirk keda cotkarên herêmê li pêş cavê wan şewitandin.

Artêşa dewleta Tirk agir berda zeviyên gundê Tewîle yê navçeya Til Temirê û agir gihaşt malên şêniyan.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker îro careke din agir bi zeviyên gundê Tewîle yê navçeya Til Temirê xist.

Agirê ku bi zeviyan hatî xistin berfireh bû û gihaşt malên şêniyan yên li gund.

Gundiyê bi navê Xalid Silêman diyar kir ku ji destpêka demsala çinînê û heta niha dewleta Tirk agir berdide zeviyên wan.

Xalid Silêman anî ziman ku hemû erd bi hev ve girêdayî ne ji ber wê dema agir bi zeviyên gundekî dixe agir dighêje zeviyên gundên din jî.

Heman şêniyî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van kiryaran koçberkirina şêniyên herêmê ne û got,

Lê em tu carî dev ji axa xwe berndain û em ê li vir berxwedanê bikin.

Back to top button