Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke şehîdên komkujiyên Parîsê bibîr anîn û got: “Wê tolhildana jinan xurtikirina hêz û zanebûna jinê ya polîtîk be”.
Meclîsa Kongra Star bi minasebeta 11’emîn salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Kongra star di daxuyaniya xwe de şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê û şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê bibîranî û got:
“Kongra Star wê li hemberî hêzên komploger û tarî têkoşîna xwe bilind bike
Em bi soz didin ku em ê bi binxistina hêzên nîjadperest û faşîst tola şehîdan hilînin.
Li dijî komkujiyên Parîsê û hemû qirkirinên li hemberî gel û peşengên xwe em ê herdem li berxwe bidin û têkoşîna xwe bighînin asta herî jor.
Wê tolhildana jinan xurtikirina hêz û zanebûna jinê ya polîtîk be.”
Di dawiya daxuyaniyê de kongra Star bang li tevahî rêxistin , înîsiyatîf û tevgerên jinan kir ku sala sala 2024 bikin sala pêkanîna edalet û tolhildana şehîdan.