Komên çete li Efrînê malbateke Kurd bi hovîtî êşenceke kir

Komên çete yên dagirkeriya Tirkiyê, li Efrînê wekî hovan davêjin ser malên kurdan û wan êşkence dikin û malên wan didizin.
Herî dawiyê, bê sûc û sebeb, Hemîd Mistefa, tevî hevjîn û keça wî bi hovane êşkence kirin û mala wan tev wêran kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyê eşkere kir ku roja 5’ê vê mehê, komeke çete avêt ser mala kurdê bi navê Hemîd Mistefa a li gundê Mimla yê navçeya Racoyê.

Li wir, Hemîd Mistefa yê 70 salî, hevjîna wî Fatima Henan a 68 salî û keça wan Gulîstan êşkence kirin.

Her wekî bi qasî 5 hezar dolarên amerîkî û zêrê wan tev dizîn û çûn.

Li gor rêxistinê, vê gavê rewşa wan tenduristî û derûnî ne baş e.

Back to top button