Kampa Holê..çete Ebû Îbrahîm li kuştina koçber û amedekirina 107 raporan mikur hat

Piştî mukurhatinên ku duh me bi we re bi par ve kirî, çeteyekî DAIŞ’ê yê din ku di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de hatiye girtin, li xwe mikur hat. Vî çeteyê anî ziman ku wî koçberek kuştiye û 107 raporên îstixbaratî amade kirine.

Şaneya bi navê Ebû Ekrem ku di beşa penaberên Iraqî de bû û berpirsyartiya kuştina penaber û koçeberên Kampa Holê dikir, niha di destê hêzên Asayîşê de ye.

Hêzên Asayîşê di operesyona “Mirovî û Ewlehiyê” heta niha zêdeyî 70 çeteyî girtine.

Çeteyê bi navê Husam Talib Feyad ku bi navê Ebû Îbrahîm tê naskirin, ji bajarê Felûce yê parêzgeha Enbarê ye û berpirsekî sûcên kuştinê yên li kampê bû.

Ajansa nûçeyan ANHA’yê mikurhatinên vî çeteyî bi par ve kir.

Ez di sala 2017’an de gihaştim bajarê Sûse yê li rojhilatê Dêra Zorê û ji DAIŞ’ê qut bûm.

Piştre sala 2019’an, bi pêşdeçûna QSD’ê ber bi bajarok ve ku di bin kontrola DAIŞ’ê de bû wê çaxê, ez weke penaberekî derbasî kampa Holê bûm.

Di sala 2019’an bi rêya kesê bi navê Merwan Hemûd (Ebû Cinêd) careke din ez tev li DAIŞ’ê bûm û min di nava şaneyên wê yên li kampa Holê de kar kir.

Husam Feyad li xwe mikur hat ku wî koçbera Sûrî ya bi navê Ala Ehmed di Sibatê de kuştiye.

Şaneya me ji 4 kesan pêk dihat.

Kesê bi navê Mersûm Mihemed (Ebû El-Welîd) serokê şaneyê bû û yên din; Ebdulselam Qadir (Ebû Hesen), Merwan Hemîd Şiwêhî (Ebû Cinêd) û ez bûm.

Ez berpirsê pêkanîna bûyerên kuştinê di nava kampa Holê de bûm.

Sibatê, min koçbera Sûrî ya bi navê Ala Ehmed di hundirê kampê de kuşt.

Çete Husam Feyad her wiha li xwe mikur hat ku wan zêdeyî 107 raporên îstixbaratî yên girêdayî karmendên rêveberiya kampê, hêzên ewlehiyê yên ku kampê diparêzin û kesayetên di meclisên kampê de jî ku çavdêriya xebatên xizmetguzarî û belavkirina alîkariyan dikin, amade kirine.

Duh jî çeteyê bi navê “Sedam Hisên Hemed” ê bi navê Ebû Mihemed El-Iraqî tê naskirin ku ji heman şaneyê ye, li xwe mûkur hatibû ku wan 3 sûcên kuştinê li kampê kirine.

Back to top button