Tenê ji bo 15’ê tebaxê cejna vejînê rojek maye ..
Bi boneya salvegera 38`an a Pêngava 15`ê Tebaxê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê civînek li dar xist.
Her wiha Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir.
Di civînê de bi sedan malbatên şehîdan, endamên meclis û saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.
Di civînê de Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî .
Semer Ebdullah diyar kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê destpêka pêvajoyeke nû ye û got :
“Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo gelên bindest vejîn û destpêkeke dîrokî bû.”
Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî şahiyele lidarxistin
Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî jî salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir.
Şahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat orgenîzekirin ..
Di şahiyê de, Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û got:
“Bi saya têkoşîna çekdarî ya di 15`ê Tebaxê de destpê kirî, îro li hember planên dagirkeran tê sekinandin.”