Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê û TEV-DEM’ê ji ber wefata Hedle Karayilan peyamên sersaxiyê dan.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber wefata dayika Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan Hedla Karayilan peyamên sersaxiyê dan û gotin:
” Dayika Hedle ji dema damezrandina PKKˊê ve bi têkoşîne têr-tije jiyan kir.
Malbata wê bi salan li hember siyaseta faşîzma Tirk li ber xwe da. Em sersaxiyê ji hevrê Murat Karayilan, malbata wî ya welatparêz, hemû heval û fermandarên tevgera azadiya Kurdistanê, tevahiya gelên Kurdistanî û pêkhateyên herêmê dixwazin.”