Girtiyên siyasî 43’ê rojin di greva birçîbûnê de ne

Ev 43′ rojin li girtîgeh û derveyî girtîgehên Tirkiyê berxwedana li dijî zilmê didome.
Bajarê Mêrdînê jî duh bi daxuyniyekê dest bi Nobeta Edaletê kir.
Xizmên girtiyan yên di nobeta edaletê de ne, teqez dikin ku ew ê heta gihaştina armancan têkoşînê bidomînin.
Di çalakiya duh ya li Stenbolê her 6 jinên şoreşger yên li Parîs û Silopiya hatibûn şehîdkirin hatin bibîranîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 43’yemîn de didome.

Nobeta Edaletê li 7 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê didome

Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê nobeta edaletê didomînin.

Li Mêrdînê jî nobeta Edaletê bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Meclisa Dayikên Aştiyê hate destpêkirin.

Beriya nobetê li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin:

“Yê ku çareseriyê pêşkeş dike û ji bo aştiyê destê xwe dirêj dike jî birêz Abdulah Ocalan e.

Divê bi vî destî were girtin. ”

Girse piştî daxuyaniyê derbasî avahiya DBP’ê bû û nobet li wir destpêkirin.

Di Nobeta Edeletê ya duh de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) her 6 jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan doğan û Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayîr hatin bibîranîn.

Di bîranînê de aktîvîsta TJA’yê Hatîce Başkalane axivî û got:

Li hember heqîeta jina azad a Kurd şer dane destpêkirin.

Ji ber tevgera jinên azad bûye hêviya rizgariya jinê û dibe ronahî.

Li Edeneyê Nobeda Edaletê di roja 35’an de dewam kir.

Rêveberên DEM Partî û gelek Dayikên Aştiyê tevli çalakiyê bûn.

Li Mêrsînê jî çalakiyê 35 roj li dû xwe hişt.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî hat kirin.

Li Bajarê Amdê jî nobet 36 rojin bi biryardariyeke xurt nobet didome.

Wekî her car dayikan bi kilamên xwe coş û moral dan.

Nobeda Edaletê” ya li Wanê jî 35 roj li dû xwe hişt.

Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Geverê serdanê çalkiyê kirin.

Di çalakiyê de banga bidawîkriina tecrîdê hat kirin û peyama “Em jiyanek û welatekî azad dixwazin” hat dayîn.

Piştî 6 bajaran li Mêrdînê jî çalakiya Nobeta Edaletê dest pê kirin

Back to top button