Li Bakurê Kurdistanê li dijî polîtîkayên tecrîdê çalakî bi piştgiriya hemû beşên civakê dewam dike.
Nivîskar û hunermendên ku deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” îmze kirin axivîn û gotin: “Bi polîtîkayê tecrîdê re êşkence bi milyonan kurdan tê kirin ji bo wê jî divê tecrîd rabe.”
Doh li Amed û Stenbolê li dijî tecrîdê deklarasyona “Em bibin dengek ji bo aştiyê” ku ji qadên wêje û hunerê 564 kesan îmze kir hate weşandin
Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên li welêt dikare bi rêbaza muzakereyê bên çareserkirin û ev bang hate kirin:
“Ji bo aştiya civakî bi wêrek bin. Divê hikûmet dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berde.”
Nivîskar û hunermendên ku deklarasyon îmze kirin axivîn.
Hekîm Sefkan: Bi tecrîdê re îşkence bi milyonan Kurdan tê kirin
Hunermend Hekîm Sefkan, ê tecrîd weke “sûcê mirovahiyê” nirxand, diyar kir ku tecrîd lûtkeya faşîzmê ye û wiha got:
“Bi tecrîdê re êşkence bi milyonan kurdan û mirovên demokrat re tê kirin.
Ew tecrîd ji bo me êşkence ye.
Bi taybetî bang li hunermendan dikim; em wan fikrên tirsê bişikînin.
Çawa ku dewleta tirk dixwaze me li her qadê biqedîne, divê em jî li her qadê ji bo hebûna xwe bixebitin.”
“Ji bo aştiyek mayinde divê beriya her tiştî tecrîda Îmralî bê rakirin”
Ji hunermendan Celal Ekîn diyar kir ku dixwazin bi deklarasyonê re bibin dengê aştiyê.
Ekîn, destnîşan kir ku daxwaza aştiyê ya kurdan heye û tu caran ji vê daxwazê paşvegav neavêtine.
Ekîn, got ku ji bo aştiyeke mayînde divê beriya her tiştekî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.
Îlyas Arzu: Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin
Hunermend Îlyas Arzu jî axivî û wiha got:
“Di şer de her tim ziyan digihe jin û zarokan. Lewma em li dijî şer in.
Peywira hunermend ew e ku civakê pêş bixe û rêya aştî û aramiyê veke.”
Her wiha em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan qebûl nakin.
Divê hewldanên ji bo aştiyê zêdetir bin.”
Onder Kizilkaya: Em ji bo çareserkirina pirsgisrêka Kurd hatin gel hev
Helbestvan Onder Kizilkaya jî li ser heman mijarê got;
Pirsgirêka kurd bi sala ye didome û bedelên mezin hatin dayîn.
Em jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hatin gel hev.
Heta ku di vê mijarê de gavek tê avêtin jî em ê her bên gel hev.”
Sûltan Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a Amedê (DBP) Sûltan Yaray jî bertek nîşanî tecrîda girankirî ya tê pêkanîn da û got:
“Tenê rakirina tecrîdê, pêkanîna azadiya wî tê xwestin.
Bi milyonan kes jî vê felsefeyê Abdullah Ocalan qebûl dike.
Dixwazin dengê Abdullah Ocalan bibihîsîn.”
“Saziyên erkdar ji bo dawî li Greva Birçîbûnê bê anîn, tu gav neavêtine”



