Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê meclisê bi navê Îd El-Ehemed dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî di daxwiyaniya xwe de got :
“Bi êş û xemgînî me agahiya şehadeta şervanekî xwe yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîdê leheng Îd El-Ehmed bihîst.
Îd dema bi erka xwe ya leşkerî radibû, gihaşt asta şehadetê.
El-Ehemed 2014`an tev li tevgera şoreşgerî ya çekdar bû û di pêngavên rizgarkirina Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor de cih girt.
Şehîd Îd ji ber temenê xwe yê mezin ji hevalên xwe re çavkaniya moraldayînê bû û her kesî rê jê re digirt.
Em Meclisa Leşkerî ya Minbic di serî de sersaxiyê ji xwe re dixwazin, dûvre ji malbata şehîd Îd Ehmed re dixwazin.
Em soz didin şehîdan ku em ê heta pêkanîna armancên wan tê bikoşin.”
Navendê Nasnameya şehîd eşkere kir ..
Nasnameye wiha ye:
Nasnav: Ebû Xalid
Nav û Paşnav: Îd El-Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn, gundê Ceyûf 1971
Cih û dîroka şehadetê: 10-2-2022