YEKGIRTÛYA ÎSLAMIYA KURDISTANÊ: PÊŞEROJA GELÊ KURD DI YEKÎTIYA NETEWÎ DE YE

Berpirsyarê malbenda 12’an a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê a li Soran , Eqil Sedîd Melazade li ser girîngiya kongreya netewî û dagirkeriya dewleta Tirk axivî û xemsariya aliyên başûr û Iraqê li dijî dagirkeriyê rexne kir.

Eqil Sedîd Melazade di despêka axaftina xwe de balkişand li ser girîngiya li darxistina Kongreya Netewî û got:

Lidarxistina kongra netewî sedemek yê yekpeymaniya gelê Kurd e.

Divê gav ji bo pêkanîna yekitiya netewî zû bên avêtin.

Wê berevajiya wê bandorek xirap li ser pêşeroja gelê Kurd bike.”

Melazade bêdengiya li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê kurdistanê rexne kir û wiha anî ziman:

“Du peyam û îdare, û du nûnertiyên li derveyî herêmê, bûye sedem ku welatên derve bi kêfa xwe dagirkeriyê bikin.

Hikumeta Iraqê li hemberî binpêkirinên serweriya xaka Iraqê bêxem e.

 

Leave a Reply

Back to top button