Li Başûrê Kurdistanê 2 Pêşmerge, di encama êrîşeke DAIŞ’ê de şehîd bûn

Li Başûrê Kurdistanê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, 2 pêşmerge şehîd bûn.

Li gorî Ajansa Rojnewsê, li gundê Koleco yê bajarokê Kukis ê bi ser herêma Kifrî ya Germiyan ve, 2 pêşmerge bi navê Smaîl û Surikêw, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûn.

Fermandarê Tûgaya 5’an a Şarezûrê Aram Nûrî da xuyakirin ku destpêkê çeteyan bi hawanan êrîşî şêniyên gundê Koleco kir, piştre bi guleyan êrîşa xwe dewam kirin.

Back to top button